🔥 Burn Fat Fast. Discover How! 💪

Em hevrêyê xwe Berxwedan Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin Ji çapem | Afrin Liberation Forces

Em hevrêyê xwe Berxwedan Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin
Ji çapemenî û raya giştî re
Hevrêyê me Berxwedan Efrîn roja 26ê Pûşperê dema li ser erka xwe bû, di encama qrîza dil de gihîşt şehadetê.
Hevrêyê me Berxwedan li bajarê Efrînê ji dayik bûye û li nava malbateke welatparêz de mezin bû. Dagirkirina Efrînê ji bo her Kurdekî êşeke mezin e lê ji bo ê ku ji Efrînê be hîn bêhtir êşeke mezin e. Ji ber ku mirov cihê ku lê çêbibe û mezin bibe, hemû bîranînên wê ew der e û dema ku ew der hat windakirin ji bo stendina wî derê çi pêwîst be tê kirin. Hevrêyê me Berxwedan jî ji bo rizgarkirina bajarê xwe piştî dagirkirina Efrînê tevlî nav refên hêzên me bû. Her çi qas temenê wê li gor hevrêyên wê mezin e jî tevlîbûna wî ya li nav xebatê nebû asteng û hertim bi coş û kelecanek mezin tevlî jîyanê bû. Hevalekî fedakar û kedkar bû. Armanca wî ya yekem rizgarkirina Efrînê û bajarên din yên dagirkirî bû.
Dilê wî yê ji bo azadîya Efrînê lêdida her çi qas bi fîzîkî sekinîbe jî em wek hevrêyên wê ji bo armanca wî ya mezin pêk bînin soza xwe nû dikin û sersaxîyê ji malbata şehîd Berxwedan û gele xwe ra dixwazin.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Berxwedan Efrîn
Nav û Paşnav: Elî Cabo
Navê Dayikê: Islim
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 26ê Pûşperê 2022’an
Hêzên Rizgariya Efrînê
27 pûşper 2022