🔥 Burn Fat Fast. Discover How! 💪

Ji çapemenî û raya giştî re Artêşa Tirk a dagirker her roj êri | Afrin Liberation Forces

Ji çapemenî û raya giştî re
Artêşa Tirk a dagirker her roj êrişên xwe yên li ser herêmê zêdetir dike û di wan êrişan de bi taybetî nîştecîhên heremê tên hedefgirtin. Di rojên 21 û 25ê Pûşperê de, ji aliyê hêzên me ve pêşiya du êrişên artêşa Tirk hatin girtin.
Di roja 21ê Pûşperê de, li herêma Marê, dema yekîneyek artêşa Tirk a dagirker hewldida sizme bike, hêzên me wana ferq kirin û pêvçûn qewimî. Di encama vê pêvçûnê de 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.
Di roja 25ê Pûşperê de, li herêma Şêrawa, di encama êrişa dijmin de di navbera yekineyek me û yekîneyek dijmin de pêvçûn derket. Di vê pêvçûnê de 3 leşker hatin kuştin. Herwiha birîndarên dijmin jî hene lê hejmara birîndaran nehat zelal kirin.
Bi giştî di encama van herdu pevçûnan de; 8 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, herî kêm 5 leşker jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê
29 Pûşper 2022