(Mustefʿilun Mustefʿilun) Îro bi dîna dilberê Bûm pêtiya | Warê Helbestvan û Nivîseran
(Mustefʿilun Mustefʿilun)
Îro bi dîna dilberê
Bûm pêtiya narê teres
Cerg û dilê wek mecmerê
Gazî dikin mîna ceres
Gazî û nalîn û fîxan
Çûne ji min ta asîman
Lewre dikalim bê hedan
Hişk bû li min bêhn û nefes
Xemgîn û mehzûn û melûl
Şeyda û reşpoş û zelûl
Bûrîn li min ʿam û fusûl
Nûka felek bûye meqes
Ma ez çi bêjim ya bira
Derdê dila tev agir a
Wek tu bidê bayê kur e
Tev radibê pêt û qebes
Wan ebrûwê rengê hîlal
Çavên di reş sefî zelal
Anîn ji dil qîr û nuhal
Lew her bi jan e ew teles
Beyhûş û sewda serxweş e
J’wan awura şîn bû heşe
Xûnî birne ber xwe leş e
Jê têr dibûn mûr û mekes
Mîna ye dil Ehrem e lew
Tofanê lê dabê derew
Hêja ne bo wêran e ew
Tê de pur in ateşperes
Dil ez kirim dûr û xerîb
Rûh kirye gaz laş kir kebîb
Dost û heval wî kirne zîb
Ma qey ji nû hê jî ne bes
Nehwêt û neh barê qesem
Ba an ke nehwêt nexorem
An çêkî merdam ber serem
Payê nehed dil natê tes
Sîraco ger tu kin nekê
Jana evînê dûr nekê
Dê bimrê her tu carekê
Heman bibê min nîne bes
Mele Siracê Xelîlî<>