🔥 Burn Fat Fast. Discover How! 💪

Warê Helbestvan û Nivîseran

Logo of telegram channel waresharan — Warê Helbestvan û Nivîseran W
Logo of telegram channel waresharan — Warê Helbestvan û Nivîseran
Channel address: @waresharan
Categories: Uncategorized
Language: English
Subscribers: 523
Description from channel

Malpera Warê Helbestvan û Nivîseran

Ratings & Reviews

4.00

2 reviews

Reviews can be left only by registered users. All reviews are moderated by admins.

5 stars

1

4 stars

0

3 stars

1

2 stars

0

1 stars

0


The latest Messages

2022-08-02 20:57:19 ‍ Gendav, Ferhad Mêhrad

Di nava deşteke rût da, li jêr roja biyabanê
Gendaveke pîr di destê axê da dîl maye
Ez im ew gendava pîr, ji hemû cîhanê cida
Daxa hetavê li ser leşê min, zincîra erdî bi pêyê min ve

Ez im ewê ku rojekê dixwast bibe derya
Dixwast bibe deryaya herî mezin ya dinyayê
Mirada min ew bû ez biçim ku bigihîjme deryayê
Agir berdme şevê ku bigihîjme sibê


Di serî de ez kanî bûm, li jêr esmanê pîr
Lê ji bextê reş rêya min kete nava biyabanê
Çavê min li wir bû, pişta wî çiyayê mezin
Lê destê qederê çalek li ber min kola

Ez ketim nava çalê, axê ez êxsîr kirim
Esman jî nebarî, wî jî sergiranî kir
Niha ez bûme gendavek, dîlekî nemirnejî
Ji alîyekî ve ez diçim nava axê de, ji alîyekî ve jî esman!

Roj ji alîyê jorî ve û erd jî ji binî
Her min difûrînin, jiyana min bûye ev!
Ez li vir mirina xwe bi çavên xwe dibînim
Qedera min her ev e, ez êxsîrê erdî me

Tiştek ji min nemaye, dilopên min yên dawîyê ne
Axa têhnî eva mayî jî wanê bi xwe re dibe
Ez diçikim û tevav dibim, sibê ku roj derkeve
Xîz ê cihê min dagire, ew xîzê ku destê bayê dihîne
13 viewsedited  17:57
Open / Comment
2022-08-01 19:24:16 Android


Lîstika Peyvan

بازی با کلمات کوردی

@waresharan
211 viewsedited  16:24
Open / Comment
2022-08-01 19:24:16

Niha li ber destê we ye


http://cafebazaar.ir/app/?id=com.noushinsoft.peyvan&ref=share
186 views16:24
Open / Comment
2022-07-31 19:27:52 JI DILOPEK AGIR FÊRÎ XWE BÛM

Min hincetên xwe yên li ber tifika bendemanê
bi tenîya demsalan dîyarî baranên biharan kir
Dema mirin di min de dimîne çarînek
hilma baranê çawa dibe ku di min de
kevzîya bêaramîyekê dinûse
Rojên ji qetan wer hatiye qewirandin
Gera baranê hilawistî ye
Û dicivand, gernasîya pûşên derengîyê
Paldan ji karê kê tê veqetandin dema ku disincire ax
Jîndarîyek sekinîye bi barên xwe yên ji destên zarokekî
û nepenîya jê bi wê de tir
Ar di qolincên şeva min a xemgînîya sîsirkan de vala ditehime
Jan ji wê dera han
ber bi min dibe
Hey lo!
Li xwe dadigirim
Ji jehrekê qedehek mirin mîrat maye
Ne nîvçemirinek e, haa!
Vala naçe darbestên min
Li tenişta pergaleke derizokî di kevîyên demjimêran de
Ez ew ê ku li ser kursîya xwe ya, ne asayî rûniştime
Ji bilindteqînekê hişîyar dibim
Di min de, ba ditewe
Demsal dihele
Û çawa ez û ez
wekî xwînê di rûpelan de
sor î sor
nû ji şerekî veqeketîyayî û qilêrî
nikarim paqij binivîsim
Parîkek êş ji birçîbûna min re kul e
Çi car bi zûhatîya xwe têr nexeniqîme
Û Ji zimanê êşê re, bihişt kîşwereke rêpêneketî
ewandineke dêris e

Mîtan Şareza<>
84 views16:27
Open / Comment
2022-07-31 07:20:30
لە پێ کەوتووم و نەفسم بۆ هەوا دەشنێ وەکوو منداڵ

لە بەر پیری سەرم خۆی ناگرێت وتازە پێ دەگرم
ــــــــــــــــــــــــ

#مەحوی
84 viewsedited  04:20
Open / Comment
2022-07-30 07:16:11 14. Nêrgizên şeng-i di mest in çep û rast
Deng: Neşmîl Nizamî
Nêrgizên şeng-i di mest in çep û rast
Saqiyan cam-i di dest in çep û rast

Rast û çep tên ceger û sîne kulab
ˈErˈerên şeng-i di mest in çep û rast

Tûx û ˈala ko xwiya bûn ji ˈecem
ˈEreban tîp-i şikestin çep û rast

Ber vi şerqê di seher westayî yin
Hindûyên roji-perest in çep û rast

Qeyserê Romê li serheddê firing
Top û zincîr-i vebestin çep û rast

Herdu destên xwe hemail şevekê
Me ji bo yarê dixwestin çep û rast

Ve Melê surperiya horîsifet
Sed melek dest-i bi dest in çep û rast

Melayê Cizîrî
98 views04:16
Open / Comment
2022-07-29 10:39:57
هۆزی کورد! تا کەی بە غفڵەت؟
تا بەکەی مەستن لە خەو؟

تا بەکەی خۆخواردن و
دوژمن بە یەک وەک هۆزی کەو؟

ڕۆژی ڕووناکت لەبەر چی
تاریکە وەک نیوەشەو؟

گاهێ چاوەڕوانی ئەم بی و
تاوێ خزمەتکاری ئەو؟...

ــــــــــــــــــــــــــــــــــ
مامۆستا #قانع
106 viewsedited  07:39
Open / Comment
2022-07-28 22:11:14
Yekrêzî û hevgirtin bi
hevgirtina tîpan pêk tê

Celadet Alî Bedirxan

اینکه کدام رسم الخط برای تدریس زبان کوردی کاملتر است به کنار،
با دیدن این ویدیو میتوان دید که گزینه مناسب برای زبان کوردی رسم الخط لاتین میباشد
چنانچه در ویدیو شاهد این هستیم شخصی از افریقا که نام خود را هم رشو گذاشته بدون حاضرشدن در کلاس اموزشی حضوری و یا مجازی
به راحتی کوردی میخواند.
327 views19:11
Open / Comment
2022-07-28 22:06:02 DENGÊ DÊ

Kurmancî zimanê bav û kal e
Tirba xwe de dê bi wî dinal e

kurmancî ye deng û şora pêşîn
kurmancî ye deng û şora paşîn

Sor gewr û kesik bi rengê kurdî
B'kurmancî tenê bi dengê kurdî

Bavê min û dadika sipîpor
Banî me dikin ji tirîya gor

kurmancî zimanê bav û kal e
Tirba xwe de dê bi wî dinal e

Kamiran Alî Bedirxan<>
96 views19:06
Open / Comment
2022-07-27 20:44:18
Îşev dû rê li pêşiya min in
Yek veqetîna ji dilê te
Û yek rêwitiya bê te
Veqetîna ji dilê te mirina min
Rêwîtiya bê te windabûna min e
Êdî dema veqetînê ye...

Welat Xerîb

@wareshran
117 viewsedited  17:44
Open / Comment