Channel address:
Categories:
Uncategorized
Language: English
Subscribers:
523
Description from channel
Malpera Warê Helbestvan û Nivîseran
Ratings & Reviews
Reviews can be left only by registered users. All reviews are moderated by admins.
5 stars
1
4 stars
0
3 stars
1
2 stars
0
1 stars
0
The latest Messages 2
2022-07-27 07:10:17
وەرە با خۆش و سەرمەست ڕابوێرین
بە مەی وەرزی دڵی قاقڕ بدێرین
تەمەن تەنگی ئەوا لێ هەڵچنیوین
وەرە با دوو پیاڵەی تر بگێڕین
#جەلال_مەلەکشا
120 viewsedited 04:10
2022-07-26 19:46:05
Tu neçe
dûr nekeve
ger tu nebî
delala dil
di qadên
kul û keseran
kê ji min re
vê bibîte şeir?
"Jakaw"
125 views16:46
2022-07-25 19:41:02
Oxır Be
Diyar Dersîm
@waresharan
142 viewsedited 16:41
2022-07-23 21:36:24
(Mustefʿilun Mustefʿilun)
Îro bi dîna dilberê
Bûm pêtiya narê teres
Cerg û dilê wek mecmerê
Gazî dikin mîna ceres
Gazî û nalîn û fîxan
Çûne ji min ta asîman
Lewre dikalim bê hedan
Hişk bû li min bêhn û nefes
Xemgîn û mehzûn û melûl
Şeyda û reşpoş û zelûl
Bûrîn li min ʿam û fusûl
Nûka felek bûye meqes
Ma ez çi bêjim ya bira
Derdê dila tev agir a
Wek tu bidê bayê kur e
Tev radibê pêt û qebes
Wan ebrûwê rengê hîlal
Çavên di reş sefî zelal
Anîn ji dil qîr û nuhal
Lew her bi jan e ew teles
Beyhûş û sewda serxweş e
J’wan awura şîn bû heşe
Xûnî birne ber xwe leş e
Jê têr dibûn mûr û mekes
Mîna ye dil Ehrem e lew
Tofanê lê dabê derew
Hêja ne bo wêran e ew
Tê de pur in ateşperes
Dil ez kirim dûr û xerîb
Rûh kirye gaz laş kir kebîb
Dost û heval wî kirne zîb
Ma qey ji nû hê jî ne bes
Nehwêt û neh barê qesem
Ba an ke nehwêt nexorem
An çêkî merdam ber serem
Payê nehed dil natê tes
Sîraco ger tu kin nekê
Jana evînê dûr nekê
Dê bimrê her tu carekê
Heman bibê min nîne bes
Mele Siracê Xelîlî<>
169 views18:36
2022-07-23 07:14:44
چاوجوان وەرە لام، بە خەم بڵێ بەولاوە
لێم ھاڵێ ھەتا داوی ژیان نەپساوە
ــــــــ
#خەییام_هەژار
141 viewsedited 04:14
2022-07-22 19:06:28
TÎNA HEYVA TE
Ji keviyan wer dibim
Pişt li erdê diwestim
Kêlînan diramim
Bi libasên spî,
Perikên pûşî,
Nêz xwedayan
Bi ser ewran de difirim
Çaxê bi hiş ve têm
Rût im, baskên min diweşin
Ezman sayî,
Stêrk çilmisî,
Xew herimî...
Vedigerim li xwe
Tu nîn î, ez winda
Wek brîna bê hekîm
Rojên dawî dijmêrim
Ji kerba bidestxistinên
Ji têkçûnê ava bûne
Li cihê xwe dimelisim,
Li xwe mikûr têm,
Divejim
Û radibim pê
Vê xewna vemirî ji tîna heyva te didizim
25 Sermawêz 2003
Salih Turan<>
152 views16:06
2022-07-22 13:26:18
Kurte çîrok
Hirç û bûmê zana
هرچ و بوومێ زانا
چیرۆک و دەنگ؛
#شوورش_ئسمائیلی
141 views10:26
2022-07-20 21:39:52
xezalê
Xecê
@waresharan
156 viewsedited 18:39
2022-07-19 22:28:30
Xezal
Seyîd Feysel Mictevî
#Perwaz Ebasî
@waresharan
160 viewsedited 19:28
2022-07-19 07:09:55
دەپرسێ: بۆچی من دەرکەوتم و دڵ بوو لە تۆ غایب؟
کە وەختێ ڕۆژ ھەڵات، ئەڵبەت دەبێ شەونم لە خۆ غایب
#مەحوی
170 viewsedited 04:09