Get Mystery Box with random crypto!

14. Nêrgizên şeng-i di mest in çep û rast Deng: Neşmîl Nizamî | Warê Helbestvan û Nivîseran

14. Nêrgizên şeng-i di mest in çep û rast
Deng: Neşmîl Nizamî
Nêrgizên şeng-i di mest in çep û rast
Saqiyan cam-i di dest in çep û rast

Rast û çep tên ceger û sîne kulab
ˈErˈerên şeng-i di mest in çep û rast

Tûx û ˈala ko xwiya bûn ji ˈecem
ˈEreban tîp-i şikestin çep û rast

Ber vi şerqê di seher westayî yin
Hindûyên roji-perest in çep û rast

Qeyserê Romê li serheddê firing
Top û zincîr-i vebestin çep û rast

Herdu destên xwe hemail şevekê
Me ji bo yarê dixwestin çep û rast

Ve Melê surperiya horîsifet
Sed melek dest-i bi dest in çep û rast

Melayê Cizîrî