Get Mystery Box with random crypto!

DENGÊ DÊ Kurmancî zimanê bav û kal e Tirba xwe de dê bi wî | Warê Helbestvan û Nivîseran

DENGÊ DÊ

Kurmancî zimanê bav û kal e
Tirba xwe de dê bi wî dinal e

kurmancî ye deng û şora pêşîn
kurmancî ye deng û şora paşîn

Sor gewr û kesik bi rengê kurdî
B'kurmancî tenê bi dengê kurdî

Bavê min û dadika sipîpor
Banî me dikin ji tirîya gor

kurmancî zimanê bav û kal e
Tirba xwe de dê bi wî dinal e

Kamiran Alî Bedirxan<>