Get Mystery Box with random crypto!

‍ Gendav, Ferhad Mêhrad Di nava deşteke rût da, li jêr roja b | Warê Helbestvan û Nivîseran

‍ Gendav, Ferhad Mêhrad

Di nava deşteke rût da, li jêr roja biyabanê
Gendaveke pîr di destê axê da dîl maye
Ez im ew gendava pîr, ji hemû cîhanê cida
Daxa hetavê li ser leşê min, zincîra erdî bi pêyê min ve

Ez im ewê ku rojekê dixwast bibe derya
Dixwast bibe deryaya herî mezin ya dinyayê
Mirada min ew bû ez biçim ku bigihîjme deryayê
Agir berdme şevê ku bigihîjme sibê


Di serî de ez kanî bûm, li jêr esmanê pîr
Lê ji bextê reş rêya min kete nava biyabanê
Çavê min li wir bû, pişta wî çiyayê mezin
Lê destê qederê çalek li ber min kola

Ez ketim nava çalê, axê ez êxsîr kirim
Esman jî nebarî, wî jî sergiranî kir
Niha ez bûme gendavek, dîlekî nemirnejî
Ji alîyekî ve ez diçim nava axê de, ji alîyekî ve jî esman!

Roj ji alîyê jorî ve û erd jî ji binî
Her min difûrînin, jiyana min bûye ev!
Ez li vir mirina xwe bi çavên xwe dibînim
Qedera min her ev e, ez êxsîrê erdî me

Tiştek ji min nemaye, dilopên min yên dawîyê ne
Axa têhnî eva mayî jî wanê bi xwe re dibe
Ez diçikim û tevav dibim, sibê ku roj derkeve
Xîz ê cihê min dagire, ew xîzê ku destê bayê dihîne